Li Dihokê Parka Serhildanê hat vekirin û Mesrûr Barzanî banga paqijiyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da zanîn ku li Dihok û herêmên din ên Herêma Kurdistanê dê gelek proje pêk werin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dihokê Parka Serhildanê vekir û axaftinek pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku ji bo paqijhiştina jîngeh û bajar û bajarokan hewldanên zêdetir pêwîst in û got:

"Salek berê kevirê bingehîn ê vê parkê hat danîn, îro bi awayekî gelekî xweşik ji bo pêşwazîkirina xelkê Dihokê amade ye."

Divê were gotin ku berê cihê Parka Serhildanê herêma pîşesaziya otomobîlan bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser cihê parkê wiha got:

"Ev cih ji bo herêma pîşesaziya otomobîlan ne guncav bû, lewma biryar hat dayîn ku cihekî pîşesaziyê bê amadekirin.

Ev der jî bûye parkek ji bo şêniyên vê herêmê û xelkê Dihokê jî."

“Jîngeh û welatê xwe biparêzin”

Mesrûr Barzanî got ku ji aliyê tenduristî û werzişê ve dê sûdeke mezin a vê parkê hebe û cihê taybet ji bo zarokan jî tê de heye û anî zimên:

"Dê gelek projeyên baştir li Dihok û hemû parêzgehên din ên Kurdistanê bên bicihanîn.

Di vê dema ku ez li Dihokê bûm, ez çûn hinek cihên wekî Zawîte, Sersing, Amêdî, Şêxan, Şarya û Bendava Dihokê lê min gelek gilêş dît ku ev yek ne li gorî çanda me ye.

Ji ber vê yekê ez daxwazê ji xelkê dikim ku jîngeh û welatê xwe biparêzin.”