Li Semsûrê ciwanek xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêsniyê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê ciwanekî ku ji bo hênikbûnê ketibû çem xeniqî.

Li qadeke geştyariyê welatiyên derdorê dît ku Kemal Yedîkardeşê 26 salî dike ku di çem de bixeniqe û wan agahî dan Navenda Bangên Lezgîn a 112ê.

Li ser agahdarkirinê cendirme, UMKE û AFAD sewqî herêmê hatin kirin.

Tîman di lêgerîna xwe de termê Kemal di çem de dît.

Tîmên tenduristiyê termê wî bir morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.