Pêşmerge di weşana zindî de otomobîla bombekirî têkbir
Mûsil (Rûdaw) – Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Eniya eniya Bendava Mûsilê wesayîta bombekirî ya DAIŞê têkbir.
Hêza Dijî Teror a Kurdistanê ragihand îro pênşemî seat 15.40 2 wesayîtên bombekirî yên xwekujên DAIŞê beriya bigihêjin di nav çepera Pêşmerge ji aliyê Hêza Dijî Teror a Kurdistanê hatin teqandin.
Rûdaw dema têkbirina wesayîta DAIŞê dîmenên bûyerê tomar dikir.
Hêzên Pêşmerge îro pênşemî 20ê Cotmehê û di saetên serê sibehî de li 4 mêhwerên Naweran, Başîk, Tilsiqof û Bendava Mûsilê operasyonek mezin li dijî çekdarên DAIŞê dan destpêkirin.
Hêzên Pêşmerge li eniyên Başîk, Nawêran û Tilsiqûfê 9 gund ji destê çekdarên DAIŞê deranîn û hejmarek gund jî dorpêç kirin.