Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînê ya Rûdawê dîdarek di bin navê “Herêma Kurdistanê û Iraq: Du Kiyan û Dewletek” de saz kir, ku komek kesayetî û lêkolîner beşdarî bûn.
Panela yekem bi navê “Rêkxistina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de piştî du hilbijartinan” bû û têde çend pirs hatin guftûgokirin, ku wek pirsên “Çi bi serê Iraqê de tê û ber bi ku diçe?” û “Pirsgirêkên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de çawa çareser dibin?”
Wezîrê berê yê Iraqê û Serokê Nivîsgeha Şêwirmendiyê Dr. Amir Ebdulcebar got: “Bi dîtina me di proseya siyasî de divê çareserkirina kêşeyan bi rêya guftûgoyê be, guftûgoyên rasterast di navbera aliyên siyasî de. Di rastiyê de bawerî ew e ku ew çareserî pêşwext in. Ji ber ku gele caran şêweyekî tepisandina yê din têde ye û gel caran jî soz tên dayîn û ew sozan jî tên şikandin , gelek caran ew guftûgoyên li pêş pêkanîna hikûmetê ne, ji ber ku dibînin aliyek sozê dide û cîbicî nake. Ew mekanîzma ne berhemder e, li gor min eger em fikra rasteqînêyê araste bikin û karibin bi siyasetê bihesin, pêwîstiya me bi aboriyê heye. Ger biçine em têkevin nav mijarên aborî yên di navbera Kurdistan û Bexdayê de, em dikarin bigihêjin çareseriyê jî."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse