Li Navenda Lêkolînê ya Rûdawê dîdarek li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê birêve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînê ya Rûdawê dîdarek di bin navê “Herêma Kurdistanê û Iraq: Du Kiyan û Dewletek” de saz kir, ku komek kesayetî û lêkolîner beşdarî bûn.

 

Panela yekem bi navê “Rêkxistina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de piştî du hilbijartinan” bû û têde çend pirs hatin guftûgokirin, ku wek pirsên “Çi bi serê Iraqê de tê û ber bi ku diçe?” û “Pirsgirêkên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de çawa çareser dibin?”

 

Wezîrekî berê yê hikûmeta Iraqê di wê baweriyê de ye ku ew pirsa kêşeyên di navbera Bexda û Hewlêrê de nehatine çareserkirin,  pirseke asayî ye, ku piştî guherîna rejîma di sala 2003a de çêbibû. Ew dibêje, hinek ezmûn hene, bi dehan salan li pey wan çûne, daku kêşeyan çareser bikin.


Wezîrê berê yê Iraqê û Serokê Nivîsgeha Şêwirmendiyê Dr. Amir Ebdulcebar got: “Bi dîtina me di proseya siyasî de divê çareserkirina kêşeyan bi rêya guftûgoyê be, guftûgoyên rasterast di navbera aliyên siyasî de. Di rastiyê de bawerî ew e ku ew çareserî pêşwext in. Ji ber ku gele caran şêweyekî tepisandina yê din têde ye û gel caran jî soz tên dayîn û ew sozan jî tên şikandin , gelek caran ew guftûgoyên li pêş pêkanîna hikûmetê ne, ji ber ku dibînin aliyek sozê dide û cîbicî nake. Ew mekanîzma ne berhemder e, li gor min eger em fikra rasteqînêyê araste bikin û karibin bi siyasetê bihesin, pêwîstiya me bi aboriyê heye. Ger biçine em têkevin nav mijarên aborî yên di navbera Kurdistan û Bexdayê de, em dikarin bigihêjin çareseriyê jî."



Kêşeyên Iraqê, peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pirsa neteweyan û mafên wan, mijarên dîdara “Herêma Kurdistanê û Iraq: Du Kiyan û Dewletek” bûn, ku Navenda Lêkolînê ya Rûdawê birêve bir.