Galeriya wêneyan

20-10-2020
14 Photos

Rûdaw/ AA

Pisîkên Wanê ku bi rengê çavên xwe yên cuda û pirça xwe ya spî wek berfê li cîhanê tên naskirin, ketine ber bandorên nerênî yên pandemiya Coronayê.

Pisîkên Wanê ku li Navenda Parastin û Lêkolînan a Pisîkên Wanê ya ser bi Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê tên xwedîkirin û parastin, di çarçoveya tedbîrên taybet bi Coronayê de, rê nayê dank u xelk ji nêzîk ve serdana wan bike û wan bibîne.

Pêştir di hemû demsalan de xelkê ji bo dîtina Pisîkên Wanê serdana wê navendê dikirin, lê piştî derketin û belavbûna vîrusa Coronayê, ew yek hatiye rawestandin.