Li Hesekê koçberên Serê Kaniyê hatine piştguhxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Beşekî mezin ji xelkê Serê Kanî û Girê Spî, weke koçber li Hesekê di dibistanan de hatine bicîkirin. Rewşa wan gelekî xerab e. Ne haya rêxistinên navdewletî ji wan heye ne jî Neteweyên Yekbûyî.

Koçberên Serê Kaniyê û Girê Sipî ku berî du salan ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê derbider bûne û li nav dibistanên bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bicîh bûne, di rewşeke gelekî xirab de dijîn, hemû bi yek dengî dibêjin ew ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mirovî û mafnas ve hatine piştguhkirin.

Koçberê Serê Kaniyê Mihemed Rafet dibêje: “Derd û êşeke temam e, ne xwendin, ne alîkarî û ne derfetên kar. Ciwan bêkar in, em mezin jî bêkar in, ez nikarim kar bikim. Li Serê Kaniyê xwaringeha min hebû, ji ber pere li ba min nînin nikarim xwaringeha xwe vekim. Keçên min nikarin bixwînin, pere nînin wan bişînim xwendina taybet, rêxistin alîkariya me nakin, tenê Heyva Sor a Kurdî û Qiddîs Afram alîkariya me dikin.”

Tevî derd û êşên koçberiyê, piştguhkirina civaka navdewletî û rêxistinên mirovî, lê koçberên Serê Kaniyê xweragir in û pêdagir in li ser vegerê, li bendê ne ew roj bê, daku careke din vegerin ser mal û milkên xwe.

Koçber Hemîd Sîno jî got: “Êş û janên me li navenda vehewandinê ew in ku em ji aliyê hemûyan ve hatine piştguhkirin. Ne alîkarî, ne xizmetguzarî, tenê du rêxistin alîkariya me dikin (Heyva Sor a Kurdî û Qiddîs Afram), ti rêxistineke din alîkariya me nake. Em daxwazê ji rêxistinên navdewletî dikin rêya xwe bi dibistanan bixin, bi taybetî dibistana Ebdellah Qadirî, ji ber piştguhkirî ye, rewşa me karesat e, ne isfinc û ne betanî, ev du sal in ez li ser isfinceke 2 santîmetrî radizêm, ji ber wê laşê min diêşe, tevî ku rêxistin dibêjin ew her 6 mehan isfinc û betaniyan dabeş dikin.”

Di 9ê Cotmeha 2019an de, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê bi navê operasyona Kaniya Aştiyê êrîşî herdû bajarên Girê Sipî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê kirin, di encam de bi sedan kes hatin kuştin û zêdeyî 180 hezar akincî derbiderî bajarên Heseke, Dirbêsiyê, Amûdê û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê bûn, niha li nav 111 navendên vehewandinên ên wan bajaran û 4 kampan di rewşeke gelekî xirab de dijîn.