Nasnameyên 6 gerîlayan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 6 gerîlayên ku Adara 2018an di encama êrişên artêşa Tirkiyeyê de li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê, gerîlayan di çarçoveya "berxwedana bi heybet" a sala 2018an di encama şer û pevçûnên li gel artêşa Tirkiyeyê canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Hevrêyên me Rehşan, Şîndar, Ferat, Argeş, Awyer û Brûsk ku li hemberî jiyana koletiyê ya li gelê me dihate ferzkirin serî hilda.

Tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê bûn û wekî ewladên herî hêja û rûyê pak ê gelê me cihê xwe di dîrokê de girtin."

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameyên her 6 gerîlayan ev in:

Rehşan Ararat: Navê wê yê fermî Cansu Seferoglu ye û li Agiriya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. 20ê Adara 2018an li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Şîndar Zîlan: Navê wê yê fermî Zîlan Avşar e û li Erdexana Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. 26ê Adara 2018an li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Ferat Dijwar: Navê wî yê fermî Firat Agçakaya ye û li Wana Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. 20ê Adara 2018an li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Argeş Çiya: Navê wî yê fermî Serkan Kahraman e û li Mûşa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. 20ê Adara 2018an li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Awyer Sine: Navê wî yê fermî Şaho Mûhammedî ye û li Sineya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. 5ê Adara 2018an li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Brûsk Çavreş: Navê wî yê fermî Suat Kaya ye û li Wana Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. 20ê Adara 2018an li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.