Li Rihayê pevçûn: 9 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna bi kêrê de 9 kes birîndar bûn.
Li Taxa Dogukentê di baxçeyê sîteyekê de du kom ji ber sedemeke ku hîn jî nehatiye tesbîtkirin, bezîn hev û pev çûn.
Di pevçûnê de S.L.İ. û B.D. bi kêrê û O.A, O.Ş, K.Z, M.Î.O, S.F.Î, O.A. û S.Ş. bi lêdanê birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê polîs û çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan gîhandin nexweşxaneyê.
Polîsan li herêmê tedbîr wergirtin û ji bo tesbîtkirina kesên tevlî pevçûnê bûne dest bi xebatan kir.