SILÊMANÎ – Mûzîk û stran hatine qedexekirin!
Silêmanî (Rûdaw) – Rêveberiya Desteya Geştiyarî ya Silêmaniyê, li otêl, kafeterya û restorantan mûzika bi dengê bilind û bi zindî strangotin qedexe kir. Lê ev biryar otêlên 5 stêrk li xwe nagre.
Xwediyên ot3el û kafeteryayên Silêmaniyê ji vê biryarê ne razî ne û dixwazin bê rakirin.
Lawik Mîrza xwediyê kafeteryayekî 4 stêrkiye û ew dibêje, “Me şevên pênşeman taybet jib o malbatan dikir aheng. Ew dihatin guhadariya stranan dikirin û xwarina xwe dixwarin. Dibêjin ev biyar ji ser sedemên ewlekariyê hatiye girtin, ti pirsgirêkek wan ê ewlekariyê û yê qelebalixiyê nebûye, li ciheke din hatibe kirin jî divê ev yek me jî eleqeder neke.”
Li gorî gotinên berpirsên Silêmaniyê, li hinek kafeterya û restorantan bi dengê bilind mûzîk û stran hatine gotin û xwelk jî ji vê yekê nerehet bûye.
Serokê Komeleya Hunera Millî ya Kurdistanê Cezayê Saz dibêje, “Desteya Geştûguzar bixwe destûr didi ku kafe û restorant li nav taxan, li nêzîkê cihê jiyana malbatan bên vekirin û paşî bixwe jî biryarên wiha didin. Divê cihên mûzîkê herî kêm 500 metreyan ji taxan dûr bin.”
Li nav bajarê Silêmaniyê nêzîkî 200 kafeterya û restorant hene. Piraniya wan jî hefteyê rojekê ji bo bi zindî strangotinê vediqetînin.”
Berdevkê Desteya Geştiyariya Silêmaniyê Aram Şiwanî jî dibêje: “Em nikarin ji ber xatirê hinek kesan bê deng bin û parastina berjewendiyên giştî nekin. Li otêlên 5 stêrk hol hene û ji bo xelkê û jîngehê jî ti pirsgirêkekî çênakin.”
Li gorî biyara Desteya Geştiyarî, ji vê û pêve li cihên vekirî ahang nayên sazkirin, ji bo zarokên ji 18 salî biçûktir, nargîle kişandin jî tê qedexekirin.