Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Wezîrê Pêşmerge Kerîm Şingalî îro li Hewlêrê ragihand: “Ti encam ji gotûbêjên Pêşmerge û artêşa Iraqê derneketiye, lê belê tevgerên serbazî kêm bûne.”
Îro Duşemî 20-11-2017 Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê li bajarê Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî saz kir.
Civîn bi serpireştiya Wekîlê Wezîrê Pêşmerge Kerîm Şingalî û bi amadebûna hejmarek fermande û efserên Wezareta Pêşmerge û yên Hevpeymaniya Navdewletî birêve çû.
Herwiha di civîna îro ya Hevpeymaniya Navdewletî de li Hewlêrê, gotûbêj li ser şerê li dijî, pevçûnên navbera hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge hat kirin.
Wekîlê Wezîrê Pêşmerge Kerîm Şingalî di vê civînê de amaje bi rûbirûbûna li dijî çekdarên rêxistina DAIŞê kir û ragihand: “Şer û rûbirûbûna li dijî DAIŞê bi dawî nehatiye û çekdarên DAIŞê hêj li çend navçeyan mane û hest bi tevgera wan tê kirin.”
Şingalî got: “Ji ber wê yekê em daxwaz dikin, ku Hevpeymaniya Navdewletî li ser alîkarî û hemahengiya li gel Pêşmerge berdewam be.”
Kerîm Şingalî behsa danûstandinên navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê jî kir û diyar kir, ku heta niha ti encam ji wan danûstandinan dernektiye.
Şingalî li ser wê yekê got: “Heta niha gotûbêjên serbazî yên di navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê de berdewam e û ti encamek jê derneketiye, lê belê niha şer sekiniye û tevgerên serbazî jî ber bi kêmbûnê ve çûne.”
Di vê civîna Hevpeymaniya Navdewleyî de, Odeya Operasyonên Hevbeş raporta guhertinên dawî yên serbazî yên bejayî û esmanî pêşkêş kir.
Herwiha Desteya Perwerde û Rahênana Serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî jî tekezî li ser giringiya rahênanan û xûlên serbazî yên ji bo hêzên pêşmerge kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse