Çandar: Li her cihekî cîhanê dewleteke Kurdî were avakirin Tirkiye dê li dij derbikeve
Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamevan û nivîskar Cengiz Çandar ragihand ku ji bo peywendiyên Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê çêbin, divê herî kêm rêveberiyeke wê ya weke Herêma Kurdistanê hebe. Çandar herwiha got ku li Zelandaya Nû jî dewleteke Kurdî were avakirin, Tirkiyê dê li dijî wê derbikeve.
Cengiz Çandar ku ji bo beşdarkirina Konferansa Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn a Zanîngeha Amerîkî li bajarê Duhokê ye, pirsên Rûdawê yên derbarê peywendiyên Tirkiye û Amerîka û peşhateyên li Rojavayê Kurdistanê de bersivand.
Derbarê êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê de Cengiz Çandar anî ziman ku bi destpêkirina êrişê niha paşeroja Rojavyê Kurdistanê ber bi rewşeke nediyar ve diçe û got: “Tirkiye niha herêma ji Girê Spî heta Serê Kaniyê bi dirêjiya 120 kilometre û kurahiya 32 kilometreyan kontrol dike. Lê armanca wê ew e ku ji Kobanî heta Pêşxabûrê kontrol bike. Serokomarê Tirkiyê vê herêmê weke navçeya aram bi nav dike û dibêje dê 2 milyon penaberên Sûrî li wê derê bicih bike.”
Bi gotina Çandar dahatuya Rojavayê Kurdistanê li gor lihevkirin û rêkevtinên di navbera Amerîka, Tirkiye û Rûsyayê de diyar dibe û dibêje: “Ew rêveberiya Kurdan ligel Ereb û Krîstiyanan avakiriye, hêj dimîne û niha li herêmê rewş gelek aloz e. Pirsa Kurd niha bûye pirseke navnetewî.”
Di berdewamiya axavtina xwe de Çandar got: “Kurdên Sûriyê ji aliyê Amerîkayê ve hatine firotin, ne ez vê yekê dibêjim, senetorên Amerîkî bixwe dibêjin. Li Amerîkayê nerazîbûneke mezin li hemberî vê yekê hene. Trump gelek zû pêgeh û helwesta xwe diguhere, lewma nabe li gor siyaseta Trump polîtikaya Sûriyê û Kurdan bê rêvebirin. Ez di wê baweriyê de me siyaseta Tirkiye ya li Sûriyê şaş e.”
“Tirkiyê ji nêçarî rêveberiya Herêma Kurdistanê qebûl kir”
Çandar destnîşan kir ku ji ber pêşhateyên dîrokî Tirkiye neçar ma ku rêvebirya Herêma Kurdistanê bi fermi qebûl bike û wiha pê de çû: “ji bo peywendiyên Tirkiye û Rojavayê weke peywendiyên Enqere û hewlêrê çêbin, divê herî kêm rêveberiyeke wê ya Kurdî hebe. Tirkiye çend caran ji zarê Serokomar Erdogan gotiye ‘tiştên li Hewlêrê pêk hatiye em qet rê nadin li Rojava pêk were’. Wate Enqere nedixwest li Hewlêrê rêveberiyeke Kurdî were avakirin, lê ji ber pêşhateyan neçar bû ligel Hewlêrê peywendiyên baş danin. Erdogan dibêje em rê nadin rêveberiyeke weke Hewlêrê li Rojava bê avakirin û niha jî wê yekê dike.”
“Li Zelandaya Nû jî dewleteke Kurdî were avakirin Tirkiyê dê li dijî wê derbikeve”
Nivîskarê Tirk herwiha amaje kir ku li Zelandaya Nû jî dewleteke Kurdî were avakirin Tirkiye dê li dijî wê derbikeve û got: “Sedema vê yekê ew e ku zêdeyî nivê nifûsa Kurdên cîhan li Tirkiyê dijîn. Tirkiye ditirse ku eger li cihêke cîhanê dewleteke Kurdî were avakirin dê Kurdên li Tirkiyê jî bo avakirina dewleteke Kurdî han bide. Ev metirsiya Tirkiyê heye. Lê li gor min ev yek şaş e, heta li Tirkiyê pirsa Kurd bi awayeke demokratîk neyê avakirin ev metirsiya Tirkiyê de berdewam be.”
Peywendiyên Amerîka û Tirkiyê aloz e
Derbarê peywendiyên Amerîka û Tirkiyê de jî Çandar wiha axivî: “Li Amerîkayê hem aliyê Demokratan û hem jî aliyê Komariyan li dijî Erdogan derdikevin. Berevajoyê vê yekê sempatiyeke Rojava li ba wan heye. Li ser kêm mijaran Komarî û Demokratên Amerîkayê li hev dikin, yek ji wan mijara jî polîtikaya li dijî Erdogan û Tirkiyê ne. Herdu alî amade ne ku li hemberî Tirkiyê sizayan bidin destpêkirin. Niha destê Amerîkayê li hemberî Tirkiyê gelek bihêz e.”
Çanda da xuyandin ku peywendiyên Amerîka û Tirkiye li ser yek kesê tê meşandin û wiha pê de çû: “Eger hûn li ser yek kesî siyaseta xwe bimêşînin paşeroja wê dê nehebe. Dibe ku ew kes careke din neyê hilbijartin an jî canê xwe ji dest bide. Polîtikaya Tirkiyê ya Sûrî niha bi temamî li gor peywendiyên di navbera Trump û Erdogan de tê meşandin. Eger yek ji wan here ew peywendî jî dê nemîne. Lewma peywendiyên Amerîka û Tirkiyê aloz e”