Hemwelatiyekî Koreya Başur li Amedê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Hemwelatiyekî Koreya Başur li Amedê di encama êrişeke de canê xwe dest da.

Li gor zanyariyan, kesê bi navê Jinwook Kim ê xelkê Koreya Başur, li taxa Halît a li navçeya Rezan a Amedê, dema ku diçû bo mala xwe rastî êrişeke bi kêran hat.

Jinwook Kim ku gelek kêr bi laşê wî ketibûn ji aliyê tîmên hawarçûnê ve bo nexweşxaneya Selahedîn Eyyûbî hat veguhastin lêbelê ji ber birînên xwe yên giran nehat xilaskirin û canê xwe ji dest da.

Piştî karûbarên otopsiyê termê Jinwook Kim dê radestî malbata wî bê kirin û bo welatê wî bê veguhastin.

Ew kesê êrişkar ê bi navê S.D ku temenê wî 16 sal in û piştî wê êrişê reviyabû, di encama operasyoneke hêzên emnî yên wî welatî de hat desteserkirin. Nayê zanîn bê ka sedema wê êrişê çi ye.

Jinwook Kim ê 41 salî 4 meh berî niha li gel hevjîna xwe li Amedê bicih bûbû.