Li Amedê qeza: 4 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 5 wesayît li hev qelibîn û di encamê de 4 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Amed û Êlihê 2 otomobîl, minibusek, kamyonetek û barhilgirek li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û cendirme çûn cihê qezayê.
Di qezayê de 3 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn û rewşa 2 birîndar dijwar bû.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Birîndarek li nexweşxaneyê mir.