Li Rihayê pevçûna bi çekan: Kuştî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du kom bi çekan pev çûn û di encamê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li taxa Gullubaxê ya li navenda bajêr, ji ber sedemeke nediyar di navbera du aliyan de pevçûn derket û her du aliyan bi çekên lûledirêj êrişî hev kir.
Alî Eskîlerê 23 salî û Bawer Andiçê 24 salî di pevçûnê de bi giranî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê.
Alî Eskîler tevî midexaleya li nexweşxaneyê mir.
Ji aliyê din ve, di pevçûnê de gule li otobuseke rêwiyan a nav bajêr û li du otomobîlên din jî ketin.
Dîmenên dema şer ji aliyê kamerayên otobusê û marketekê ve hatine girtin.
Derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê hatiye kirin û polîsan ji bo desteserkirina gumanbaran dest bi xebatê kiriye.