Serok Barzanî jî dengê xwe da alîgirên Zaxoyê
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî piştgirî da kampanyaya alîgirên Zaxoyê û ji bo bidestxistina Xelata Alîgirên Herî Baş a FIFAyê dengê xwe da.
Baregeha Barzanî jî di daxuyaniyekê de ragihand ku tevahiya karmendên baregehê deng daye û bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan kir ku beşdarî dengdanê bibin.
Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hat gotin: "Serok Mesûd Barzanî û tevahiya karmendên Baregeha Barzanî, ji bo bidestxistina Xelata Alîgirê Herî Baş a FIFAyê bi rêya online dengê xwe da alîgirên Tîma Zaxoyê."
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev cara yekem e di dîroka futbolê ya Asya û Îraqê de ku tîmek ji bo vê xelata cîhanê dibe namzed.
Tîma Werzişê ya Zaxoyê ji aliyê FIFAyê ve wekî yek ji sê namzedên dawî ji bo xelata "Alîgirê Herî Baş ê FIFAyê" (FIFA Fan Award) hatiye destnîşankirin û kampanyayeke berfireh ji bo komkirina hatiye destpêkirin.
FIFAyê, alîgirên Zaxoyê ji ber hestiyariya wan a li hemberî zarokên bi nexweşiya penceşêrê wekî namzed destnîşan kiribû.
Di daxuyaniya FIFAyê de hatibû gotin: "Alîgirên Tîma Zaxoyê bi avêtina bûkokan bo nav stadyûmê piştgiriya xwe ji bo zarokên bi nexweşiya penceşêrê ne nîşan dane."