Li Hewlêrê serjêkirina hêştiran hat qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Serbirxaneya Hewlêrê ragihand, ji ber nebûna rêkarên serjêkirina hêştiran û nebûna qesabên pispor, serjêkirina hêştiran li Hewlêrê hat qedexekirin.

Goştfiroşê bi navê Mihemed Sabîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Daxwaza li ser goştê hêştiran gelekî zêde bûye, bi awayekî ku rojên înê xelk li şûna goştê sor, ajelên biçûk û mirîşkan, goştê hêştiran dikire.

Di nava 25 rojên borî de me 20 hêştir ser jê kirine ku giraniya wan 500 kîlogram û zêdetir jî bûye."

Mihemed Sabîr diyar kir ku wan rojên şemî, duşem û çarşeman li gorî rêkaran hêştir li serbirxaneyan ser jê kirine.

Birêvebirê Serbirxaneya Hewlêrê Helmet Hemze jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re anî ziman:

"Daxwaza li ser goştê hêştiran zêde nebûye, eger wisa bûya, xelkê em bêzar dikirin û daxwaz dikir lê tiştekî wiha nîne."

Birêvebirê Serbirxaneya Hewlêrê amaje bi wê yekê kir ku wan serjêkirina hêştiran qedexe kiriye û got:

"Ji bo serjêkirina hêştiran divê kesên pispor û sîstema nûjen hebin, ji ber ku serjêkirina wê ne wekî ya ajelên din e û zehmet e.

Divê cihê wê bêhna xwînê jê neyê û du caran stûyê wê were birîn ku ev jî karê kesên pispor e.

Loma êdî rê nayê dayîn ku li serbirxaneyên Hewlêrê hêştir werin serjêkirin û qedexe ye."

Helmet Hemze da zanîn ku rojane li serbirxaneyên wan 150-200 ser ajelên mezin tên serjêkirin ku berê yek an du hêştir dihatin serjêkirin lê niha serjêkirina hêştiran hatiye qedexekirin.