Afrîkaya Başûr (Rûdaw)- Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ala Kurdistanê birine mala ku Mandela û malbata wî tê de jiyane.
Mala Mandela li bajarê Johannesburg yê Afrîkaya Başûr e û niha bûye mozexaneyeke niştimanî û hemû kele û pelên Mandela û malbata wî û xelatên cîhanî yên Mandela tê de hatine komkirin.
Di dema xebatên belgefîlma derbarê Afrîkaya Başûr piştî Mandela de, tîma Rûdawê ala Kurdistanê bire nav wê malê. Rêveberiya Parastina Mala Mandela bi spasî ve ala Kurdistanê wergirtin û li yek ji odeyên mal daleqand.
Li ser wê ala ku Rûdawê biriye nav mala Mandela wiha hatiye nivîsandin: “Ji Kurdistanê heta Afrîkaya Başûr silav li Madîba”.
Mala Madela li navçeya Soyto ya bajarê Johannesburg e. Di salên çilî û pêncî û heta destpêka salên şêstî yên sedsala borî de ku Mandela tê de hatibû girtin, Mandela di wê malê de ligel hevjîna xwe jiayaye. Piştî wê jî hevjîna Mandela, Wini Mandela û 2 keç û hejmarek ji endamên malbata wî di heman malê de jiyane.
Her di wê malê de Mandela li ber çavê her du keçên xwe hat girtin û ew birine zindanê.
Mandela di bîranînên xwe de bi awayekî berdewam behsa wê malê dike. Dema ku di sala 1990 de Mandela ji zindanê hat azadkirin, yekser berê xwe da wê malê û heval û cîranên wî pêşwaziya wî kirin. Lê piştre ji ber mal biçûk û teng bû û Mandela jî bû Serokomarê Afrîkaya Başûr, mala xwe bire navçeya Hawten li Johannesburgê û li wir salên dawî yên temenê xwe derbas kir.
Ji sala 2004an ve Hikûmeta Afrîkaya Başûr mala Mandela kiriye mozexaneyeke niştimanî û ji bo serdana wê malê divê serlêder bilîtan birkirrin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse