Sinûn (Rûdaw)- Vê sibehê Hêzên Pêşmerge dest bi operasyonekê kirin bo rizgarkirina rêya di navbera Rebîe – Sinûnê ya nêzîkî Şingalê de.
Jêderekî ji Hêzên Pêşmerge li navçeya Rebîeyê ji Rûdawê re ragihand: “Armanc ji wê operasyona Hêzên Pêşmerge rizgarkirina tevahiya rêya di navbera herdu nahiyeyên Rebîe – Sinûnê ye, ku 70 km dirêje.”
Heman jêderî da zanîn ku, “Tevî ku ti nahiyeye û bajarok li ser vê riyê nînin, lê çend gund û gundewarên biçûk hene, ku kontrolkirina wan ji aliyê leşkerî ve pirr girîng e.”
Duhî Hêzên Pêşmerge di çarçoveya operasyona rizgarkirina Şingalê de nahiyeya Sinûnê ji destê DAIŞê derxistin.
Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, zêdetirî 4 hezar Pêşmerge di operasyona Sinûnê de beşdar bibûn, heta pêşmergeyek jî birîndar nebûye.
Hêzên Pêşmerge pêr (Pêncşemê) tevahiya devera Zûmarê girtin û gihîştin çiyayê Şingalê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse