Hewlêr – Hikûmet û fraksyonên kurdistanî dicivin
Hewlêr (Rûdaw) – Sibê çarşemî Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê, serokên fraksyonên kurdistanî û endamên komîteya darayî yên li Parlamentoya Iraqê, bo gotûbêjkirin derbarê yasaya bûdceya Iraqê bo sala 2017ê û pişka Herêma Kurdistanê di vê bûdceyê de dicivin.
Çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand, di vê civîna plankirî de, ku bi armanca nirxandina yasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2017ê û çêkirina baweriyê di navbera hikûmetê û fraksyonên kurdistanî de ye, dê amar û zanyariyên hûr derbarê pişka Herêma Kurdistanê de bihên pêşkêşkirin.
Li gorî heman çavkaniyê, her du alî dê di vê civînê de dawîn axavtinên xwe bikin, da ku çi tişta ku di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye, biryar li ser were dan.
Biryar e civîn sibê çarşemî 21ê Kanûna 2016ê û saet 11:00 were encamdan û tê de mêvandarî li her yek ji Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed, serokên fraksyonên kurdistanî û 4 endamên kurd ên Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê tê kirin.
Çavkaniyê ji nav Encumena Wezîran a Kurdistanê tekez kir, ku heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê nekiriye, ku pabendî yasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2017ê nabe, lê belê ragihandiye, ku bûdce eger bi wî çêweyî be, di berjewendiya Herêma Kurdistanê de nîne.
Herwiha li gorî zanyariyên Rûdawê, di civîna sibê de dê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî, Wezîrê Plandanînê Elî Sindî, Alîkarê Wezîrê Darayî, Berdevkê Encumena Wezîran Sefîn Dizeyî û Sekreterê Encumena Wezîran amade bibin.
Ji aliyekê din ve endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, Mesûd Heyder ku ser bi fraksyona Tevgera Gorranê ye, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Yekalî bûye ku her yek ji fraksyonên YNK, Yekgirtû û Komela Îslamî beşdarî di civîna sibê de dikin, lê belê heta niha Gorranê biryara yekalîkir nedaye ku, aya dê beşdar bibe yan na.”
Mesûd Heyder herwiha da xuyakirin, ku li Bexdayê wî û Serokê Fraksyona Komelê Ehmed Hacî Reşîd pêkve raportek bo civîna sibê amade kirine û tekez kir: “Eger Gorran jî beşdar nebe, dê ew raport di civînê de were pêşkêşkirin.”
Roja 7ê Kanûna 2016ê, Parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan projeya yasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2017ê pesend kir.
Her yek ji fraksyonên YNK, Gorran, Yekgirtû û Komelê deng bi vê projeya yasaya bûdceyê dan, lê belê fraksyona PDKê civîn boykot kir û ragihand, ku projeya bûdceyê li dijî berjewediyên Kurdistanê ye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pêştir derbarê yasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2017ê de daxuyaniyek dabû û tê de diyar kiribû, ku ew projeya bûdceyê di berjewendiya Herêma Kurdistanê de nîne.