Rûsya, Îran û Tirkiye: Yekparçeyiya axa Sûriyê xeta sor e!

20-12-2016
RÛDAW
Konfransa rojnamevaniya hr sê wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiye û Îran, îro sêşemî li Moskowê.
Konfransa rojnamevaniya hr sê wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiye û Îran, îro sêşemî li Moskowê.
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrên Derve yên her sê dewletên Rûsya, Tirkiye û Îranê di konfranseke rojnamevaniya hevbeş de li Moskow a paytexta Rûsyayê ragihandin, ku ew piştgiriya yekparçeyiya axa Sûriyê dikin û yekîtiya axa Sûriyê weke xeta sor bi nav kirin.

 

Îro sêşemî 20ê Kanûna 2016ê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf li Moskow a paytexta Rûsyayê bi hev re civiyan û derbarê kirîza Sûriyê de gotûbêj kirin.

 

Piştî civînê, wezîrên derve yên her sê welatên Rûsya, Tirkiye û Îranê di konfranseke hevbeş a rojnamevanî de amade bûn û derbarê naveroka civînê û rewşa Sûriyê de axivîn.

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di vê konfransa rojnamevanî de ragihand, doh Balyozê Rûsyayê yê li Enqerê Andrey Karlov di êrişeke terorîstî û nepaqij de hat kuştin.

 

Sergey Lavrov got: “Em di rojeke dijwar de dicivin. Em spasiya aliyê tirkî dikin, bo wê giringiyê û serxweşiya ku ji destpêkê ve nîşan dan.

 

Lavrov herwiha bi pêwîst da zanîn, ku di demekê kurt de ev êrişa terorîstî were zelalkirin û got: “Weke ku serokên her du welatan li hev kirine, ev mijar bi şêweyeke hevbeş lêkolîn li ser tê kirin. Tîma lêkolînê ya Rûsyayê gihîştiye Enqerê. Dê bi heman firokeyê termê Andrey Karlov bo welat bihê vegerandin.”

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê di beşeke din a axavtina xwe de tekez kir: “Ev trajedî me neçar dike ku em hemû bi şêweyeke bi bandortir rûbirûyê terorîzmê bibin. Herwiha giringiya civîna îro jî zêdetir dike. Ez hêvîdarim di civînên îro de em bigihîjin rêkevtinekê derbarê rewşa Sûriyê, gihandina alîkariyên mirovî û çareseriya siyasî de.”

 

Sergey Lavrov herwiha ragihand: “Rûsya, Îran û Tirkiyê ji bo ku dawî bi kirîza li Sûriyê bihînin, di mijara zindîkirina pêvajoya siyasî de, li ser daxuyaniyeke hevbeş li hev kirin.”

 

Lavrov amaje bi wê yekê kir, ku kirîza li Sûriyê ne bi rêyên şer, belku dê bi rêyên siyasî çareser bibe.

 

Lavrov da zanîn, ku hevkariyên her sê welatên Rûsya, Tirkiye û Îran dikarin ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê bi rêyên siyasî, amadekariyên ji bo rêkevtineke nû di navbera hêzên dijbereyê û hikûmeta Sûriyê de bibin sedemên baş.

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê derbarê rewşa Sûriyê de herwiha diyar kir, ku Rûsya, Îran û Tirkiyê piştgiriya yekîtiya axa Sûriyê dikin.

 

Çavuşoglu: Ya giring ev e ku Tirkiye, Rûsya û Îran biryarên hevbeş cîbicî bikin

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî  di vê konfransa rojnamevanî de amaje bi êrişa doh a li Enqerê û kuştina Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê Andrey Karlov kir û got, armanc ji êrişa doh û kuştina Andrey Karlov, gihandina zirarê bi pêwendiyên navbera Moskow û Enqerê û nêzîkbûna navbera her du welatan di wan demên dawiyê de bû.

 

Çavuşoglu da xuyakirin: “Rûsya û Tirkiyeyê hest bi wê yekê kirine û rê pê nadin.”

 

Çavuşoglu got: “Em behsa wî tiştî dikin ku agirbest li hemû Sûriyê belav bibe. Em li vir rêxistinên terorê, DAIŞê, El Nusrayê najmêrin, wê têkoşîna me bi wan re berdewam bike. Lê rejîm, muxalif û yek jî komên ku ji derve hatine hene. Hizbullah hene, komên din hene. Lewre divê ji bo hemû koman ev alîkarî were qutkirin.”

 

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar kir, giring e ku her sê welatên Tirkiye, Rûsya û Îranê biryarên hevbeş ên derbarê Sûriyê de cîbicî bikin. Mevlut Çavuşoglu amaje bi rewşa El-Bab û Minbicê jî da û bi gotina ku operasyona Mertala Firatê dê li derdora El-Babê bidome, îdia kir, ku li Minbicê paqijiya etnîkî tê kirin.

 

Çavuşoglu wiha axivî:

 

“Tişta girîng ev e ku Rûsya, Îran û Tirkiy biryarên ku hatine standin pêk bihînin, bi vî awayî em dikarin li Sûriyê bigihîjin encamê. Operasyona li derdora El-Babê berdewam dike. Divê destûr neyê dan ku komên cuda werin Minbicê, paqijiya etnîkî bikin û wir birêve bibin.”

 

Zerîf: Çareseriya siyasî bo kirîza Sûriyê

 

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf di civîna hevbeş a li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de ragihand: “Ev dem ji bo me gelek giring e ku em ji wê yekê têbigihîjin, niha dema wê ye ku em alîkariya xelkê Sûriyê bikin.”

 

Mihemedcewad Zerîf got: “Pêwîst e em dest bi proseyeke siyasî bikin, ku di rêya wê re dikare kirîzên Sûriyê werin çareserkirin, çimku kirîzên Sûriyê bi rêya siyasî nebe, bi rêya serbazî çareser nabin.”

 

Zerîf herwiha piştre di konfransa rojnamevaniya hevbeş a li gel Lavrov û Çavuşoglu de, amaje bi yekîtiya axa Sûriyê kir û ragihand, pêwîst e yekparçeyiya axa Sûriyê were parastin û ew yek weke xeta sor bi nav kir.

 

Wezîrê Derve yê Îranê wiha got:

 

“Rewşa Sûriyê wiha dixwaze ku em hemû rûbirûyê wan grûpên terorîstî bibin ku li Sûriyê şer dikin. Yekparçeyiya axa Sûriyê divê parastî be û ev yek xeta sor e.”

 

Ji aliyekê din ve her du wezîrên derve yên Rûsya û Tirkiyê jî di axavtinên xwe yên li ser rewşa Sûriyê de, tekezî li ser parastina yekparçeyiya axa Sûriyê kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst