Ji Sibîryayê mêvan hatine Wanê

Navenda Nûçeyan – Gola Wanê ku di nav xelkê de weke Behra Wanê tê binavkirin her sal zivistanê ji qubeqazên spî re dibe cî û war.


Devera Gola Wanê ya ku ji gelek cure çivîkan re malxwedîtiyê dike her sal zivistanê ji qubeqazên spî re dibe cî û war.


Qubeqazên spî yên ku her sal zivistanê tên Gorundî, Qeresû, Yoldondî ya herêmên avî yên li rexê Gola Wanê û çemê Bendîmahiyê û Gola Erçekê dîmenên xweşik derdixin holê.




Rêveberê Navenda Rehabilîtasyon û Parastina Ajalên Biyanî ya Zanîngeha Yuzunciyilê Doç. Dr. Lokman Aslan diyar kir ku ji 5 paran pareke herêmên avî ji hewzeya Gola Wanê pêk tê û ji ber vê jî herêm her sal zivistanê ji qubeqazên spî re mazûbaniyê dike.


Doç. Dr. Lokman Aslan got ku di nav gel de ji bo qubeqazan dibêjin "qaza spî, qaza weqweqok" û wiha axivî: "Qubeqazên spî her sal di mijdarê da ji Sibiryayê tên li hewzeya Behra Wanê dimînin. Di Adarê de dema hewa germ dibe ji bo hêk bikin jî dîsa dizivirin ciyê ku jê hatine. Qubeqaz bi stûyê xwe yê dirêj û purta xwe ya nerm û spî Gola Wanê dîmenên xweşik dirdixin holê."


Aslan destnîşan kir ku li herêmên avî yên li Wanê taybetiyên xwe winda nekirine û wiha pê de çû:


"Hewzeya Behra Wanê bi ava xwe ya şirîn ji gelek çivîkan ra malxwedîtiyê dike. Ji vî alî ve Behra Wanê zehf bi şans e. Flamîngo havînê li vê derê diçêrin û li vê derê dijîn. Falmîngo diçin û zivistanê qubeqaz tên vê derê. Îsal flamîngo derengî ketin û hê li vê derê ne. Hê jî koç nekirine. Ji ber vê flamîngo û qubeqaz mêvantiya xwe bi hev ra didomînin. Dibê em destûrê nedin ku herêmên avî yên li vê derê ziha bibin û herêma xwe biparêzin. Emê bi vî awayî ji van çivîkên ku ji bajarê me hez dikin re malxwedîtiyê bikin."



Di berdewamiya axaftina xwe de Aslan got: "Heke herêmên avî ziha bibin dibe ku em qubeqazan bi tenê li baxçeyên heywanan bibînin" û axaftina xwe wiha domand:


"Dibê em van ajalan li bexçeyên heywanan nebînin li tebîetê bibînin. Li gor min, wekî mayîn ev çivîkan ew ê tevkariyê bidin ekotûrîzma herêma me jî. Me îsal firsend dît û li perava Edremîtê firîna flamîngoyan temaşa kir."


Aslan diyar kir ku nêçîra van çivîkan qedexe ye. (Çavkanî:AA)


(A.B)