Hesen Şerîf straneke gelerî belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Hesen Şerîf straneke gelerî bi dengê xwe tomar kiriye û ji bo hezkiriyên xwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir.
Hesen Şerîf strana bi navê “Bila Ez Bimrim” tomar kir û li ser kenala xwe ya Yotubê belav kir.
Stran “Bila Ez Bimrim” ji gotin û awazên gelerî ne û beriya niha ji aliyê hejmarek hunermendên din ve jî hatiye gotin.
Hesen Şerîf yek ji wan hunermendane ku gelek vîdeoyan bi awayê “zindî” li ser hesabên xwe di torên civakî de ji bo hezkiriyên xwe belav dike.
Hunermedên ji Başûrê Kurdistanê di 23yê Mijdara derbasbûyî de dawî berhemê xwe bi navê “Dil Yek e” bi awayê vîdeoklîp belav kiribû.