Wergirên xelatên yekem ên Rwanga 2020 hatin diyarkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Di merasimekê de bi amadebûna berpirsên hikûmî û hizbî, Dezgeha Rwanga encama pêşbirkên xelatên Rwanga bo sala 2020 aşkere kir û ji 30 berbijêran, ji 10 kesan re xelata yekem hat dayîn.
Merasimê îro yekşemiyê 20ê Kanûna 2020 û demjimêr 15:30an li Hewlêra paytext destpê kir û bi dehan kes têde amade bûn. Ji doh ve jî pişkinîna Coronayê ji wan kesan re hatibû kirin, ku di heftemîn xûla xelatên Rwanga de beşdar bûn.
Ebdulselam Medenî, Rêvebirê Giştî yê Dezgeha Rwanga di destpêka merasimê de axaftinek pêşkêş kir û ragihand, Dezgeha Rwanga hemû hewlên xwe dide ji bo ku hêviyê bide ciwanan û yek ji peyamên me jî çêkirina hêviyê ye.
Medenî diyar kir, yek ji sê yê niştecihên Iraqê û Herêma Kurdistanê ciwan in, lewma zanist û hezkirina jiyanê û hêvî ji wan ve tê dîtin û tekez kir, çêkirina jîngeheke wisa jî ji bo vê yekê ye, ku em bi çi awayî serkeftinê ji ciwana re berdest bikin.
Serokê Desteya Parastin û Jîngehê li Herêma Kurdistanê, Ebdurehman Sidîq jî di merasima îro ya xelatên Dezgeha Rwanga de spasiya wê dezgehê kir ku di projeyên xwe jîngeh ji bîr nekirine û diyar kir, “ji ber ku mijara jîngehê giringiya xwe ya taybet heye. Raste em serkeftiyê yekem radigihînin, lê belê giring ev e ku ewên din jî bê hêvî nebin, lewma divê em hemû hez ji jîngehê bikin.”
Selar Enwer di merasima îro de weke wergira xelata yekem a resayklînê hat diyar kirin, wê jî di axaftinekê de ragihand, “dema min dest bi karê xwe kir, ez bi Coronayê ketibûm, lewma min dareke payîzî çê kir”, ku weke nûbûna jiyanê pênase kir.
Her sal xelatên Dezgeha Rwanga di warên weke huner, zanist û wêjeyê de li ser wan ciwanan tê dabeşkirin, ku di wan waran de xwedî behre ne, tevî wê yekê jî pêşangeha Rwanga Fores bo karsaziyê jî tê lidarxistin.
Ewên ku îsal xelatên yekem a Rwanga bidestxistin, bi vî awayî ne:
Eymen sebrî, xelata yekem a programsaziyê
Soma Nîhad, xelata yekem a dahênana zanistî
Gulistan Nawxoş, xelata yekem a destpêşxeriya kar
Lavîn Mihemed, xelata yekem a kurteçîrokan
Soma Ebdulqadir, xelata yekem a helebstê
Giyane Omer, xelata yekem di hunera nîgarkêşiyê de
Selar Enwer, xelata yekem a resayklînê
Jolî Şiwan, xelata yekem a takjeniya muzîkê
Ejîn Kawe, xelata yekem a kurtefîlmê
Diyar Îbrahîm, xelata yekem a hunera fotografiyê
Berbijêrên xelatên Rwanga 2020 ku ji 30 kesan û 10 beşên cuda pêk dihat, wiha bû:
Destpêşxeriya kar
Naske Omer Rifet
Çiraxan Bêston Osman
Gulistan Nawxoş Ezîz (yekem)
Dahênana zanistî
Alan Mihyêdîn
Soma Nîhad (yekem)
Mêhvan Ebdulezîz
Programsazî
Eymen Sebrî (yekem)
Bîlal Qadir
Herman Hesen
Kurteçîrok
Behzad Mihemed
Lavîn Mihemed (yekem)
Ehmed Samî
Helbest
Soma Ebdulqadir (yekem)
Ezîz Hisên
Seda Mistefa
Nîgarkêşî
Kîjan Seyidgul
Duwîn Hêmin
Giyane Omer (yekem)
Hunera resayklîn
Şeyma Nacî
Selar Enwer (yekem)
Şeyda Remezan
Takjeniya muzîkê
Azer Ebdulmecîd
Jolî Şiwan (yekem)
Jiyan Luqman
Kurtefîlm
Ejîn Kawe (yekem)
Derya Bekir
Omer Kemal
Fotografî
Diyar Îbrahîm (yekem)
Sirûşt Omer
Hêmin Adil
Dezgeha Rwanga salane di merasimekê de xelatan dide wan ciwanîn xwedî behre, ku di warê xwe de zîrek û jêhatî ne.
Armanc stratejîk a Dezgeha Rwanga, pêşxistina wan waran e ku ciwan dikarin behre û şiyana xwe ya veşartî têde bibînin, herwiha nasanda nûtirîn teknolojiya bi taybetî sîstema fêrbûna online bo proseya perwerdeyê, daku asta perwerdeyê bo asta pêvanên navdewletî bilind bike, çêkirina kultur û hêvî bo xwandinê di nava ciwanan de ji armancên wê dezgehê ne.