Li Meletiyê salane 300 ton masiyên deqsor tên berhemanîn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, ligel ku derya jî lê nîne salane 300 ton masiyên deqsor tên berhemanîn.
Li bajarokê Surgu ser bi navçeya Wêranşarê, ku bi masiyên deqsor navdar e salane masiyên tên berhemanîn bo bazara navxwe û bajarên din wek Dîlok, Semsûr û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê tên firotin. Daxwazeke zêde li ser wan masiyan heye ku di ava sar de tên berhemanîn.
Endamê Kooperatîfa Berhemên Avê ya Surguyê Ali Eren Çiçek, dibêje, “Li Surguyê berhemanîna me ya masiyên deqsor 300 ton e. Em salane 5 milyon hêk berhemtînin, ku milyonek hêk bi xwe bikar tînin û yên din jî difroşin. Ji ber çavkaniyên avê zêde ne Surgu, ji bo berhemanîna masiyên deqsor cihekî guncav e. Bi taybetî jî ava sar e û masiyên deqsor ji ava sar hez dikin û tama wan gelekî xweş dibe.”
Ji ber navdarbûna masiyên Surguyê û tama wan a xweş gelek kes ji bajarên wek Riha, Semsûr, Edene û Mersînê ji bo xwarina masiyan rêya xwe bi ser Surguyê dixin.
Endamê Kooperatîfa Berhemên Avê ya Surguyê Ali Eren Çiçek, diyar dike, “Mirovan hewqasî ji tama wan hezkirine, ku ji Riha, Edene û Mersînê dema derdikevin geştê xwe birçî dihêlin daku li Surguyê masiyên deqsor ên teze bixwin.”
Masiyên li Surguyê tên berhemanîn ji bilî firotinê, bi dehan tamên cuda li restarontan bo geştyaran tên pêşkêşkirin. Ji bo bala zarokan bikşîne, ji masiyan pîzza jî tê çêkirin.