Li Rihayê pitikê ku şîr çû zengiloka wî mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Heranê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, zarokê 4 mehî dema şîrê dayika xwe vedixwar, bênefes ma û canê xwe ji dest da.

Li gundê Umurfrewa yê Heranê, dema dayika wî şîr dida pitikê 4 mehî Firat Ozbay bênefes ma. Dayika wî dema dît kurê wê bênefes ma tîmên tendirustiyê agahdar kirin.

Tîmên tendirustiyê piştî li gund midaxele kirin, Firat Ozbay veguhestin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Firat Ozbayê, şîr çûbû zengiloka wî canê xwe ji dest da.