Li Qersê teqîn: 3 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê di avayikê de teqîn çêbû.
Di teqînê de 3 kes birîndar bûn û birînên yekî ji wan giran in.
Bûyer îro li taxa Şehîtlerê ya navenda bajarê Qersê çêbû.
Li gorî zanyariyan di avahiyeke 5 qatî ya li taxê de ji ber sedemeke nediyar teqîneke bihêz çêbû.
Di bûyerê de 3 kes birîndar bûn û birînên yekî ji wan giran in.
Piştî teqînê agir bi avahiyê ket
Li ser agahadakririnê tîmên tendurstî û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Agirê ku bi avahiyê ketiye jî ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat vemirandin û welatî ji avahiyê hatin derxistin.
Ji ber hêza teqînê camên gelek dikan û kargehên derdora avahiyê şikestin.
Parêzgarê Qersê Ziya Polat çû cihê bûyerê û got: “Em hizir dikin ku ev teqîn ji ber gaza xwezayî çêbûye.”
Polat derbarê rewşa tenduristiyê ya birîndaran de jî ragihand ku rewşa du birîndaran baş e lê ya birîndarekî din giran e û laşê wî bi asta duyem şewitiye.