Li Rihayê qeza: 5 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlekê li paş ve li otomobîleke din da û di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Bûyer îro li ser rêya gundê Yalax û navçeya Xelfetiyê qewimî.
Otomobîla ku Îbrahîm D. diajot, ji paş ve li otomobîla Sitki A. diajot da ku dixwest bizivire rêya gund.
Di qezayê de şofêr Îbrahîm D. û kesên di otomobîla de Mehmet D., Zubeyde A., Îslîm A. û Kadriye A. birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Hewagê.
Her wiha kêliya qezayê ji aliyê kamerayeke ewlehiyê ve hat girtin.