Li Nisêbînê banê çayxanê hilweşiya: 2 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, banê çayxanê hilweşiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Îro li taxa Selahaddîn Eyyubiyê banê çayxaneyekê bi ser mişteriyan de hilweşiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, parastina sivîal û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê her du birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.