Pêşmerge li Mûsilê dest bi êrişeke berfireh kir
Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge li bakurê rojavayê Mûsilê dest bi operasyoneke berfirek kirin, ew jî bi mebesta alîkariya artêşa Iraqê di kontrolkirina wî bajêrî de.
Peyamnêrê Rûdawê li eniyên rojavayê Mûsilê ragihand: “Îro serê sibehê Hêzên Pêşmerge êrişeke berfereh li bakurê rojavayê Mûsilê li dijî çekdarên DAIŞê dest pê kirin û heta niha çend gundên ser bi nahyeya Wanikê ve kontrol kirine.
Li gorî agahiyên Rûdawê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li wê deverê didin û Hêzên Pêşmerge pêşve diçin.
Li gor çavkaniyên pêşmerge, di encama bombebarana balafirên hevpeymaniyê de li nahyeya Geyare û Şûrayê de zêdetirî 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Peyamnêrê Rûdawê li eniyên rojavayê Mûsilê ragihand: “Hêzên Pêşmerge çekdarek DAIŞê girtine û termê 6 çekdarên din jî ketine destê Pêşmerge de.”
Herwiha Hêzên Pêşmerge bi çekên giran li çeper û navendên DAIŞê dide.
Êrişa pêşmerge bi piştgiriya balafirên şer yên Hevpeymaniya Navdewletî berdewam dike.
Tê zanîn ku rêxistina DAIŞê ji havîna par de bajarê Mûsilê û derdora wê xistiye destê xwe de û niha Artêşa Iraqê xwe ji bo operasyoneke berfereh amade dike.