Li Dîlokê şer û pevçûna bi çekan

Navenda Nûçeyan - Li Dîlokê (Entab) di navbera du koman de şer derket, Cuma Koşucu yê 25 salî, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.


Bûyer nîvê şevê li taxa Ulucanlarê qewimî.


Li gorî îdiayan, navbera Cuma Koşucu û hin kesên ku nasnameya wan ne diyar e, gengeşî dest pê kir.


Piştî gengeşiyê bûyer mezin bû û şer derket. Li cihê bûyerê dengê çekan bilind bû û Cuma Koşucu hate kuştin.


Li ser bûyerê polîs dest bi lêpirsînê kir û îro polîsan li taxa Eyup Sultan wesayîteke ku plaqaya wê 27 YS 202 ye dan sekinandin.


Tîmên polîsan tesbît kirin ku pêwendiya 3 kesên ku di wesayîtê de bûn bi kuştina Cuma Koşucu heye û ew desteser kirin.