YPG: Bi qasî Tirkiyê Rûsya jî tawanbar e!

Navenda Nûçeyan – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê êrişê Tirkiyê yên ser Efrînê de ragihand bêyî destûra Rûsyayê ne mimkun e êriş werin kirin ji komkujiya ku pêk were ew jî sûcdar in.

 

Duh êvarî 20ê Çileya 2018an Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê di bin navê “Operasyona Çiqlê Zeytûnê” dest bi êrişên rasteqîn ên ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê de kir.


Fermandariya Gîştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê êrişên Tirkiyê yên bo Efrînê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têde ragihand ew ji êrişan bi qasî dewleta Tirkiyê Rûsya jî berpirs dibînin.


Di daxuyaniya YPGê de wiha hatiye gotin: “Fêm dibe ku artêşa Tirk a dagirker dixwaze bi bomberankirina sîvîlan herêmê vala bike û sîvîlan bide revandin, bi vî awayî çeteyên xwe bajo ser Kantona Efrînê.


Em baş dizanin ku bêyî destûra hêzên navneteweyî û di serî de Rûsya, ku leşkerên xwe jî di Efrînê de digire, ne mimkun e ku ev êrîş pêk werin. Ji ber vê sedemê em ji van êrîşan bi qasî dewleta Tirk a dagirker, dewleta Rûsya yê jî berpirs dibînin û dibêjin ji komkujiya ku pêk were ew jî sûcdar in.”