Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî 16 salî ji serma qefilî

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî 16 salî yê bi navê Hîwa Extiyaraldî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên ku ketine destê Rûdawê; Zarokê bi navê Hîwa Extiyaraldî yê 16 salî ku li herêma sînorê Hengacel a bajarê Banê yê Rojhilatê kolberiyê dikir, roja Çarşemê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.

Dema Kolberê Kurd Hîwa Extiyaraldî dixwest kelûpelên li ser pişta xwe veguhezîne, di tariyê de ji grûpa ku di nav de ye vediqete û rêya xwe wenda dike. Zarokê ku rêya xwe nabîne, dotira rojê termê wî hate dîtin.

Li gor nûçeya Kolber Newsê di sala 2022an de 43 kolber mirine û 215 kolber jî birîndar bûn. Ji sedî 73ê kolberan di encama gulebarana rasterast a pasdarên Îranê de mirine yan jî birîndar bûne.