Mezlûm Ebdî Donald Trump pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî, Serokê Amerîkayê Donald Trump pîroz kir.

Donald Trump sonda fermî xwar û bû serokê 47an ê Amerîkayê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî, bi rêya hesabê xwe yê Xê Donald Trump pîroz kir.

Mezlûm Ebdî bal kişand ser têkbirina terorê û got, “Em dikarin bi hev re ji bo gelên xwe paşerojeke çêtir ava bikin.”

Peyama Mezlûm Ebdî ya pîrozkirinê bi vî rengî ye:

“Em li benda berdewamkirina hevkariyê ne”

“Li Serok Donald Trump pîroz be.

Em ji bo dabînkirina aramiyê, têkbirina terorê û piştgiriya aştiyê ya li Bakurrojhilatê Sûriyeyê li benda berdewamkirina hevkariyê ne.

Em dikarin bi hev re ji bo gelên xwe paşerojeke çêtir ava bikin.”