Abdullah Keskîn: Qehremanê min ê van rojan Diyar Kurde ye
Hewlêr (Rûdaw) – Xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskîn pesnê kar û xebara karmendên Rûdawê da û got,”Qehremanê min ê van rojan Diyar Kurde ye.”
Weşangerê Kurd Abdullah Keskîn ku xwediyê yek weşanxaneya herî mezin a Bakurê Kurdistanê ye behsa rol û karîgeriya karmendên Tora Medyayî ya Rûdawê kir.
Abdullah Keskîn ji ser hesabê xwe yê Xê behsa kar û xebatên Nûnerê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde û xebatkarên Rûdawê ya li ser Rojavayê Kurdistanê kir û got:
“Qehremanê min ê van rojan Diyar Kurde ye. Li gel wî Namo Abdula, Rawîn Stêrk û bi giştî hemû xebatkarên Rûdawê…
Rojnamevaniya wan cihê şanaziyê ye. (Wan) Wekî artêşekê kar kir, meseleya Kurdan xistin rojeva dinyayê.”
Peyamnêrê Rûdawê yê Washingtonê ji destpêka şer û aloziyên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê û êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser Kurdan, li Koşka Spî ya Amerîkayê û rewşa Kurdan digihîne endamên Kongreya Amerîkayê û heta Serokê wî welatî Donald Trump bi xwe jî.
Herî dawî doh di demekê de ku Rojavayê Kurdistanê di bin êriş û dorpêçeke giran a komên çekdar de bû, Diyar Kurde ji Trump pirsî ka ew dê ji bo parastina Kurdên li Rojava çi bike.
Serokê Amerîkayê li hemberî vê pirsê got: “Ez dizanim tu Kurd î. Em hewl didin Kurdan biparêzin.”
Ev rola çalak a peyamnêrê Rûdawê ya li Washingtonê bûye cihê kêfxweşî û şanaziya Kurdên her çar aliyên welat û bi peyaman piştgirîya xwe ji bo Diyar Kurde diyar dikin.
<Ê min bixwe, yek ji qehremanê min ê van rojan, Diyar Kurde ye. Ligel wî Namo Abdulla, Rawîn Stêrk û bi giştî hemû xebatkarên Rûdawê… Rojnamevaniya wan cihê şanaziyê ye. Wekî artêşekê kar kirin, mesela kurdî xistin rojeva dinyayê. Wek kurdekî spasdarê wa me. Spas û her bijîn! pic.twitter.com/iabSYjjz3B
— Abdullah Keskin (@akeskinavesta) January 20, 2026