Serok Mesûd Barzanî: Divê mafên gelê Kurd parastî bin
Hewlêr (Rûdaw) - Baregeha Barzanî naveroka hevdîtina bi telefonê ya doh a navbera Serok Barzanî û Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Birêz Ehmed Şer Serokkomarê Sûriyeyê bi telefonê peywenî bi Serok Mesûd Barzanî re kir."
Li gorî daxuyaniyê di wê hevdîtinê de Ehmed Şer tevî amajekirina bi bipêşketinên dawî yên Sûriyeyê, ew yek jî diyar kir ku ew li gel Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (HSD) gihîştiye rêkeftinekê."
Baregeha Barzanî her wiha got, "Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî teqez kir ku em li gel aştiyê ne û divê maf û rûmeta gelê Kurd parastî bin."