Şandeya DEM Partî û DBPyê çû Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya ku Hevserokên Giştî yên DEM Partî û DBPyê jî di nav de ne, bi rêya Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Di şandeyê de nûnerên baroyan û rêxistinên civaka sivîl jî cih digirin.

Şandeya ku ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, ji Hevseroka Giştî DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê û Berdevka Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û nûnerên saziyên sivîl pêk tê.

Hevserokên PYDyê pêşwazî kirin

Şande li Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê ji aliyê Hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso ve hat pêşwazîkirin.

Hat zanîn ku şande dê li Rojavayê Kurdistanê rêzehevdîtinan pêk bîne.