Rêxistin û çalakvanên Rojavayê Kurdistanê bangî Serok Barzanî dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek rêxistin û çalakvanên Rojavayê Kurdistanê bangî serkirdeyên Başûrê Kurdistanê û civaka navneteweyî kir û li ser rewşa mirovî hişyarî da û daxwaza alîkariyê kir.

Bangewazî arasteyî van serkirdeyên Başûrê Kurdistanê û civaka navneteweyî hatiye kirin:

- Serok Mesûd Barzanî

- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

- Rêxistinên mirovî yên li Kurdistanê (Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî)

- Civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî yên navneteweyî

Naveroka bangewaziyê

Di bangewaziyê de wiha tê gotin:

"Em wekî rêxistin û çalakvanên civaka sivîl ên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, bangewaziyeke lezgîn a hewarê arasteyî her yek ji birêzan dikin:

• Serok Mesûd Barzanî

• Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

• Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

• Rêxistinên mirovî yên li Kurdistanê (Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî)

• Civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî yên navneteweyî

Ji ber berdewamiya êrişên leşkerî yên ji aliyê hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ve, herêmên Rojavayê Kurdistanê rûbirûyî rewşeke mirovî ya metirsîdar û nêzîkî karesateke mezin bûne.

Hejmara koçberên navxweyî heta niha nêzîkî zêdetirî 50 hezar welatiyên sivîl dibe û hejmar her ku diçe zêde dibe.

Li hemberî vê yekê, rûbirûyî kêmbûna xurek, derman, pêdiviyên bijîşkî û xizmetguzariyên seretayî bûne.

Qebareya vê koçberiyê şiyana bersivdayîna rêxistinên xwecihî yên Kurdî û şiyana desthilatên îdarî yên xwecihî derbas kiriye.

Lewma em daxwaza pêngaveke lezgîn û hevbeş dikin ji bo rawestandina xirabûna rewşa mirovî, di nav de vekirina korîdoreke mirovî ya parastî ji bo gihandina alîkariya mirovî û bijîşkî û parastina sivîlan li gorî yasaya mirovî ya navneteweyî û peymanên pêwendîdar.

Em ji we daxwaz dikin ku korîdoreke mirovî ji Herêma Kurdistana Îraqê ji bo Rojavayê Kurdistanê vekin, ji bo hêsankirina gihandina alîkariyan bi awayekî bilez, rasterast û parastî û piştrastbûna ji gihîştina wan bo koçberan.

Her derengxistinek di pêngavan de metirsiya karesateke mirovî ya mezintir çêdike ku civaka navneteweyî li hemberî wê berpirsyariya exlaqî û yasayî hildigire."

Rêxistinên îmzeker:

1. Aştî

2. Xewnên Biçûk ji bo Piştgirî û Şiyandina Jinan

3. Rêxistina Artist ji bo Çand û Geşepêdanê

4. Yekîtiya Dar ji bo Qurbaniyên Koçberiya Bicom

5. Rêxistina Ta Merbûte

6. Tifn

7. Komeleya Şawuşka ji bo Jinan

8. Jiyan / Hayistan

9. Rêxistina Hêz ji bo Hişyarî û Piştgiriya Nexweşên Penceşêrê

10. Doz

11. Roz ji bo Piştgirî û Şiyandinê

12. Tora Nûçeyan a Aso

13. Şar ji bo Geşepêdanê

14. Malva ji bo Huner û Çandê

15. Navenda Aso ji bo Şêwirmendî û Lêkolînên Stratejîk

16. Navenda Share ji bo Geşepêdana Civakî

17. Rêxistina Aşna ji bo Geşepêdanê

18. Rêxistina Rony Beyond

19. Rêxistina Bangewazkarên Berpirsyariyê

20. Rêxistina White Hope

21. Berjav ji bo Medya û Geşepêdanê

Çalakvan:

1. Armênc El-Muhemed

2. Ehmed Ebdulrehîm

3. Ehmed Ciza

4. Ehmed Mihemed

5. Îshaq Xelîl Bûzî

6. Candî Xalidî

7. Hêvîn Bîlal

8. Hêlîn Fewaz Welîka

9. Hena Hewas Ehmed

10. Dilxeş Mecedîn

11. Dinye Osman

12. Dilovan Silo

13. Ronî Mele

14. Ronaz Tehsîn El-Elî

15. Serdar Mele Derwêş

16. Slava Yûnis

17. Semîr Henîfî

18. Stêr Qasim

19. Şîrîn Mihemed Bîlal

20. Ednan

21. Ebdulmelik

22. Elî Nimr

23. Farûq Hacî Mistefa

24. Kemal Oskan

25. Kamîran Seidûn

26. Lîna Bîlal

27. Macid Dawî

28. Mihemed Seîd

29. Mam Hesef

30. Mesûd Birîk

31. Nadya

32. Nesrîn

33. Yûsif Heme

34. Zohrab