Serok Barzanî û Mîrê Qeterê: Divê rê li ber şerê Kurd û Ereban were girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî û Mîrê Qeterê derbarê rewşa li Rojavayê Kurdistanê got, “Divê rê li ber şerê Kurd û Ereban were girtin.”

Baregayê Serok Mesûd Barzanî ragihand ku Serok Barzanî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî îro êvarê bi rêya telefonê axivîn.

Her du alî hevnerîn bûn ku divê şerê li Sûriyeyê  bi dawî bibe û rê li ber şerê neteweyî yê di navbera Kurd û Ereban de were girtin.

Di pêwendiyê de rewşa siyasî ya navçeyê û bi taybetî jî rûdanên bilez ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiya navçeyê hat kirin.

Xala herî girîng a hevdîtinê, lihevkirina her du aliyan a li ser metirsiyên zêdebûna tundiyê bû.

Serok Barzanî û Mîrê Qeterê tekez kir ku divê ji bo rawestandina şer û pevçûnan hewlên zêdetir bên dayîn.

Di beşeke din a peywendiyê de, her du aliyan destnîşan kir ku divê bi hemû awayî rê li ber şerê neteweyî yê di navbera Ereb û Kurdan de were girtin, çimkî dê encamên wê yên xeter hebin.

Her du serkirdeyan di dawiyê de tekez kir ku yekane rêya derketina ji vê krîzê, diyalog û dîtina çareseriyeke aştiyane ye ku mafên hemû aliyan tê de parastî bin.