Komên çekdar ên Sûriyeyê kêlên gorên şervanan dişikînin

Hewlêr (Rûdaw) - Komên çekdar ên Sûriyeyê ku hikûmeta wî welatî piştgiriya wan dike, li wan herêmên ku di rojên borî de kontrol kirine dest bi têkdana gorên şervanan kir.

Li gorî dîmenên vîdeoyekê, endamekî komên çekdar ên Sûriyeyê di goristanekê de tê dîtin.

Ew bi xwe dibêje ku ew der parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê ye û dest bi şikandina kêlên gorên şervanan dike.

Ew endamê komên çekdar dibêje, "ev beraz in" û goran xira dike.

Piştî şikandina kêla yekem, ew dibêje cih Hisîçayê ye û pişt re bi qîrîna "Alahu Ekber" kêla duyem dişikîne.

Ew çekdarê cîhadî pişt re diçe ser gora sêyem û got, "ev çi şehîd e" û wê gorê jî têk dide.

Piştî şerê navxwe yê Sûriyeyê şervanan ji sala 2012an ve parastina ewlehiya beşeke mezin a Rojavayê Kurdistanê girt ser milê xwe.

Pişt re sala 2014an bi destpêkirina şerê DAIŞê re, wan şerê wê rêxistina tundrew kir.

Wan heta Adara 2019an karî bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) dawî li desthilata DAIŞê ya li aliyê rojhilatê Feratê bînin.

Di şerê li dijî DAIŞê de nêzîkî 15 hezar şervanan canê xwe ji dest da û bi hezaran şervan jî birîndar bûn.