Serok Barzanî: Em dê ji bo piştgiriya Kurdan her tiştî bikin
Roma (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Romaya paytexta Îtalyayê ragihand ku wî di pêwendiyeke telefonî de ji Serokkomarî Sûriyeyê Ehmed Şer xwestiye ku rê li ber şerê Kurd û Ereban bigire û destdirêjî li Kurdan neyê kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro piştî civîna li gel Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani li Romayê civîneke rojnamegeriyê li dar xist.
Serok Barzanî di civînê de got, "Hebûna min a li vir tê wateya ku hatine hawara me."
“Metirsiya DAIŞê li ser hemûyan e”
Serok Barzanî li ser pirsa reva çekdarên DAIŞê ji girtîgehên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê wiha axivî:
"Ev metirsiyek e li ser me hemûyan, Îtalya jî di nav de. Her kes hest bi wê metirsiyê dike.
Ev yek pêwîstî bi hevahengî û hevkariya hevdû heye û divê planek ji bo rûbirûbûna vê rewşê hebe."
Hevdîtina bi Papa re
Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyî ji Serok Barzanî pirsî, "We ji bo piştgiriya Kurdên li Rojava çi daxwaz ji Papa kir?"
Serok Barzanî di bersivê de got, "Me daxwaz kir ku ew bi hêza xwe ya manewî piştgiriya me bike."
Serok Mesûd Barzanî îor li Vatîkanê bi Papa Leoyê 14emîn re civiyabû.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de her du aliyan kêfxweşiya xwe ji bo wê hevdîtinê anî ziman ku bûye derfetek ji bo dan û standina bîr û ramanan li ser mijarên girîng ên herêmê û cîhanê.
#VÎDEO - Serok Mesûd Barzanî: Li hemberî DAIŞê pêwîstiya me bi hevahengiyê heye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 21, 2026
🗨️Min ji Papa xwest ji aliyê manewî piştgiriya me bike
🎙️Serok Mesûd Barzanî li ser ziyareta xwe ya li Vatîkan û Îtalyayê ji rojnamegeran re axivî pic.twitter.com/0m4rkLGj3Z
Pêwendiya bi Ehmed Şer re
Serok Barzanî eşkere kir ku êvara 20ê Kanûna Paşîn a 2026an pêwendiyeke telefonî ji Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer (Colanî) wergirtiye.
Serok Barzanî li ser naveroka wê pêwendiyê wiha got:
"Min jê re got ku bila şerê Kurd û Ereban dernekeve, destdirêjî li Kurdan neyê kirin û hemû pirsgirêk bi guftûgoyê werin çareserkirin."
Civîna bi Wezîrê Derve yê Îtalyayê re
Serok Barzanî civîna xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê re jî wekî "zêde baş" bi nav kir û got:
"Civîna me zêde baş bû, me li gel Wezîrê Karên Derve behsa hemû tiştan kir. Me behsa ewlehî û aramiya herêmê û mijarên aborî kir."
Serok Barzanî di dawiya axaftina xwe de tekezî li ser aştiya navbera pêkhateyan kir û wiha pê de çû:
"Ji bo me gelekî girîng e ku Kurd û Ereb di nav aştiyê de bijîn û tiştê ji destê me bê em dê bikin da ku şer di navbera Kurd û Ereban de dernekeve."