Li Dêrsim ji bo zimanê zikmakî çalakî

21-02-2015
SERKAN İNCE
A+ A-

Dêrsîm (Rûdaw) - Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî, Baskê Komeleya Mamostayan (Egîtîm-Sen) a Dêrsîmê li navenda bajêr çalakiyeke girseyî li dar xist.

Hemwelatiyên ku di bin pêşengtiya Egîtîm-Sen a Dêrsîmê de li ser Sûka Binerdê ya Şaredariyê li hev civiyan, daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî kirin.

Li ser navê girseyê Serokê Egîtîm-Sen a Dêrsîmê Hasan Olgun bi Tirkî, Nûnerê Kurdî-Der a Dêrsîmê Emrûllah Zaza jî bi zaravê Kirmanckî(Zazakî) daxuyanî da.

Di çalakiya ku dirûşmeya 'Zimanê zikmakî maf e, nabe were astengkirin' hat berzkirin de Nûnerê Kurdî-Derê Emrûllah Zaza bal kişand ser dîroka roja zimên û got ku digel zaravê Kirmanckî li cîhanê 2 hezar û 500 ziman û zarava bi tunebûnê re rûbirû ye. 

Zaza destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî 18 ziman û zarava di bin metirsiya 'qirkirinê' de ne.  

Di çalakiya ku tê de pankartên mîna 'Ez bi zimanê xwe heme, Bê ziman jiyan nabe' hatin hildan de Nûnerê Kurdî-Dera Dêrsîmê Emrûllah Zaza derbirî ku bandora neyînî ya qedexekirin û astengiyên li pêşiya zimên, herî zêde li ser zarokan çêdibin. Zaza, di vî warî de rexne li helwesta rêveberiya Tirkiyê girt û wiha axivî:

"Çawa ji bo zimanê Tirkî maf e, ji bo zimanên wekî Lazkî, Hemşînî, Çerkezî, Kurdî hwd perwerde maf e. Mafê zarokên Kurdan jî heye ku bi zimanê zikmakî perwerde bibin. Tirkiye bi wê yekê pesnê xwe dide ku li dinyayê yekane welat e ku '23ê Nîsanê Cejna Zarokan' lê heye; lê belê li heman Tirkiye rê nade bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerde bibin. Van nêrîn û hizrên xwe yên neserdemane, bi hinceta ku 'Welat dabeş dibe', daxwazên perwerdeya zimanê zikmakî jî dixin nav bazina tomet û tawanan." 

Zaza, di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku ew 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî li hemû gelên Kurdistan û Tirkiyê pîroz dike û got: "Em dixwazin li Tirkiyê pêxim û astengiyên zagonî û kiryarî ji ser çande û zimanê zikmakî bi temamî bê rakirin." 

Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî her sal 21ê Sibatê tê pîrozkirin. Ev roj, di 17ê Mijdara 1999an de ji aliyê UNESCOyê ve hat destnîşankirin. Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên rengareng tê pîrozkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst