Li Mûşê dema xerzdanîna masiyên deqsor e
Navenda Nûçeyan – Li navçeya Gimgin a Mûşê li tesîsa xwedîkirina masiyên deqsor dest bi hildana xerzên masiyan kirin.
Li tesîsa li Beşîkkayaya gundê Gimgimîi salê 30 milyon masiyên keskesor û 7 milyon masiyên deqsor ji hêkan tên derxistin.
Abdurrahman Baltaşê xwediyê tesîsa masiyan diyar kir ku her sal di meha sibat û adarê de xerzên masiyan hildidin.
Baltaş da zanîn masî zehf hesas in û divê di cihekê şa bêdeng û bêstres de werin xwedîkirin û wiha axifî: "Em masiyên hatine xerzdanînê hildidin beşa taybet. Masiyên deqsor di avên sar û pak de dijîn. Em li tesîsa xwe ya li berpala çiyê ya ku bilindahiya wê 2060 mêtre ye masiyan xwedî dikin."
Di berdewamiya axaftina xwe de Baltaş got: "Em pêşiyê makemasiya ku hatiye xerzdanînê hildidin û xerzên wê kom dikin, paşê jî xerzên bavemasiyan kom dikin. Em vî xerzî li nav hev dixin. Ji bo ku dolê bigrin em 3 deqîqeyan li bendê disekinin û paşê xerzan dişon û datînin depoyên taybet. Xerzên ku qasî 45 rojan di depoyê da disekinin vedibin û jê masî derdikevin. Em masiyên ku ji xerzan derketine di hewzên piçûk de xwedî dikin. Paşê jî neqlî çêwlikên masiyên deqsor dikin û salekê li wê derê xwedî dikin. Piştî ku salek derbas dibe jî masiyên me ji bo xwarinê amade dibin."