Dengek bihêz li Silêmaniyê; Asayişê daxuyanî da

21-02-2018
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Teqîn Asayiş
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Asayişa Silêmaniyê li ser dengê bihêz ê ku îro li Silêmaniyê hate bihîstin, daxuyaniyek belav kir û ragihand ku tenê dengê teqandina çend gulleyên hawanan bûn.

 

Îro çarşemê (21-02-2018) beriya nîvroyê dengekî bilind ê teqînê li taxa Qirge ya rojhilatê Silêmaniyê hate bihîstin û ji ber dengê tirs û xofek kete dilê xelkê, piştre hat ragihandin ku dengê teqînê ji perwerde û rahênana karmendên asayişê hatiye.

 

Ragihandin û Peywendiyên Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê jî li ser dengê bihêz daxuyaniyek belav kir û da zanîn: “Piştî ku tîmên rêveberiya me çend gulleyên hawanê yên kevn li taxa Qirge dîtin, tîma pûçkirinê bombeyên neteqiyayî teqandin daku zirar negihîje welatiyên xoşewîst.”

 

Peyamnêrê Rûdawê Saman Beşaretî li Silêmaniyê serdana taxa Qirgê kir û diyar kir: “Polîs ji me re ragihand ku ti teqîn nebûye û ew dengê ku hatiye bihîstin ji perwerde û rahênana asayişê hatiye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst