Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê daxuyanî da.
Komeleya Ehmedê Xanî, di daxuyanî xwe de anî dibêje ku, ziman bingeha neteweyîbûnê ye û zarokên xwe ji dewlemendiya zimanê kurdî bêpar nehêlin.
Daxuyaniya komeleyê wiha ye:
“Zimanê dayikê mafekî mirovî ye û wek şîrê dayikê helal e. Xwedî lê derketina zimanê dayikê erkeke neteweyî ye. Zimanê dayikê hebûn, nasname û çanda mirovan e. Kesên ku dev ji zimanê xwe berdin dê dev ji hebûn û nasnameya xwe jî berdin.
Gel û neteweyên ku zimanê xwe bihêz girtine, çand û edebiyata xwe xemilandine û jiyaneke neteweyî ava kirine. Bengalî bi saya tekoşîna zimanê xwe azad bûn. Em hêvîdarin ku azadiya Kurdistanê jî bi tekoşîneke xurt a zimên dê pêk were.
Pêwîst e em di mala xwe de bi kurdî biaxifin û dewlemendiya ziman û çanda xwe veguhesînin nifşên nû. Divê di malên me de ziman û çanda kurdî serdest be. Divê her kurd ji bo serkeftina gelê xwe bi hişmendiya Ehmedê Xanî li zimanê xwe xwedî derkeve.
Bi vê boneyê em ji malbatên kurd daxwaz dikin ku li dibistanan ji bo zarokên xwe dersa kurdî ya bijarde hilbijêrin.
Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî li gelê kurd û cîhanê pîroz be.”
Neteweyên Yekbûyî (Komîteya UNESCOyê) di sala 1999an de 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse