Li Xarpêtê şûnwarên serdema Romayê hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Axinê ser bi parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, di geliyekî de şûnwarên dîrokî yên serdema Romayê hatin dîtin.

Li gundê Şêxlerê yê Axinê, welatiyan dema li nav xwezayê digeriyan 3 kîlometre dûrî gund di nav gelî de şûnwarên dîrokî dîtin û berpirsên tîma kolandinê ya Keleha Xarpêtê agahdar kirin.

Di encama lêkolînan de derket ku şûnwarên di nav gelî de hatine dîtin ên berî 1800 salan ên serdema Romayê ne ku cihên îbadeta heyama veşartî ya ola Xirîstiyaniyê di nav de cih digrin.

Îsmaîl Aytaç, Akademîsyen û Serokê Tîma Kolandinê ya Keleha Xarpêtê ragihand, “Em texmîn dikin gorên zinarî yên di vî geliyê em tê de ne, yên piştî zayînê sedsala 2-3ê ya serdema Romayê ne. Lê piştî wê di serdema Bîzansê de dibe ku wek cihên yekem `katakomb`ê ku Xirîstiyanên veşartî tê de îbadeta xwe dikirin jî hatibe bikaranîn. Bi taybetî di van `katakomb`an de gorên zinarî, avahiyên zinarî dihatin bikaranîn.”

Şûnwarên dîrokî yên hatine dîtin heta îro di çavkaniyan de cih negirtine û Aytaç dibêje, ev gelî di dîrokê de cihekî girîng ê qada jiyanê bû ye.

Îsmaîl Aytaç dibêje, “Di gorên zinarî de avakirineke du qatî heye. Bi taybetî qatên wan ên serî saxlem mane. Cihên ji bo merasîman hatine kolandin hene. Hinek jê xirab bûne, lê yên saxlem jî hene. Heta niha ev gorên zinarî yên du qatî di çavkaniyan de cih negirtine. Ev avahî dema Xirîstiyanî qedexe bû, bo îbadetê hatine bikaranîn.”

Gundî jî dibêjin ji ber erdnîgariya zehmet a gelî heta niha ev şûnwar nedîtibûn û yekem car lê rast hatine.

Bunyamin Erdem niştecihekî gund dibêje, “Me bi mamosteyê zanîngehê re peywendî danî. Dibêje cihên gelekî xweş in. Ji bo bibe herêmeke geştyariyê dê xebat bên kirin. Em dixwazin di rojên pêş de hemû kes bibîne. Ev der cihên veşartî ne, bila wiha nemîne.”

Geliyê li gundê Şêxlerê şûnwarên dîrokî tê de hat dîtin 4 kîlometreyan dirêj e û xwediyê erdnîgariyeke taybet e. Herwiha rûbarekî ku diherike Gola Bendava Kebanê di nav gelî de heye.