Li Rojhilatê Kurdistanê saziyên sivîl kursên ziman vedikin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê 20 encûmen û navendên fêrkirina zimanê Kurdî hene. Ew hemû hewlekê didin ku zarokên Kurd fêrî zimanê dayîkê bikin. Ji ber ku fêrkirina zimanê Kurdî li wê beşa Kurdistanê, ketiye stûyê wan encûmen û çalakavanên sivîl de.
Kultura avakirina encûmenên sivîl yên di warê ziman de çalak, li rojhlatê Kurdistanê vedigere berî 30 salan, ku Fêrgeha Ziman a Soma yek ji wan pêşengan e.
Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê xwendekar bi dilsozî dixwînin û mamosteyê xwebexş dersê dide. Ev jî nîşaneya hogiriya du aliyan e bo fêrbûna zimanê dayikê.
Çalakvanên çandî di salên borî de bi rêya encumenên sivîl û çandî, hewl dan valahiya xwendina bi zimanê dayikê li Rojhilatê Kurdistanê tijî bikin.
Fêrzxwaza Zimanê Kurdî li Bokanê Meryem Mihemed Emîn dibêje: “Ziman nasnameya me ye, eger em zimanê xwe nezanin em dê her tiştê xwe ji bîr bikin. KuZiman hebûna me ye.”
Li Rojhilatê Kurdistanê, xwendina bi zimanê Kurdî ne qedexe ye. Xala 15emîn a Destûra Îranê rê bi xwendinê daye, lê bi fermî nayê xwendin.
Sûdwergirtin ji zimanên navçeyî û etnîkî li çapemenî û medyayê û dayîna dersa edebî li dibistanan rê pê hatiye dayîn.
Nexwendina zimanê Kurdî li dibistanan metirsî li ser ziman çêkiriye. Ev di axaftina rojane ya xelkê de diyar dibe, dema xelk hejmareke zêde ya peyvên Farisî li şûna Kurdî bikar tînin.
Navendên fêrkirina zimanê Kurdî berî 30 salan hatin damezrandin, da ku li pêş egera jinav çûna zimanê Kurdî bibin astengek. Yek ji wan fêrgehan Fêrgeha Zimanê Soma ye ku pêşengê vê rêyê ye.
Li navçeyên xwarê yên Rojhilatê Kurdistanê weke Îlam, Kirmaşan û Loristanê, rê nayê dayîn ku fêrgehên zimanê Kurdî bên vekirin. Saziyên emnî ji bo xwendina bi zimanê Kurdî li wan navçeyan zor hestiyar in û pirsgirêkan bo rêxistin û çalakvanan çê dikin.
Li navçeyên din jî beşdariya xelkê di xulên zimanê Kurdî ne di wê astê de ye ku mamoste çaverê dikin.
Mamosteya Zimanê Kurdî li Şîno Sara Xenşa jî amaje bi wê yekê kir ku girîng e ku ji bilî axavtina Kurdî divê Kurd xwe fêrî nivîsandina Kurdî jî bikin.
Li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 20 encumen û navendên fêrkirina zimanê Kurdî çalak in. Pirsgirêkên aborî û zextên aliyên emnî li tevahiya bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê li ber pêşketina zêdetir a saziyên fêrkirinê asteng in.