Xiristiyanên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji desthilata nû ya Sûriyeyê bi tirs in

Hewlêr (Rûdaw) - Xiristiyanên Rojavayê Kurdistanê derbarê birêvebiriya nû ya Sûriyeyê dibêjin, "Dîmenên ku em dibînin, dîmenên xwediyên rêyan bi rastî rêbazên DAIŞê tînin bîra me."

Xiristiyanên ku Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dijîn ji desthilata nû ya Sûriyê bi tirs in.

Til Tal gundekî Aşûriyan e û dikeve bakurrojavayê bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê.

Piştî êrişa DAIŞê ya sala 2015an a li herêmê piraniya xelkê gund û gundên derdorê derketine derveyî welêt.

Niştecihê gundê Til Talê Îshaq Nîsan got, "Ev mala Muxtar Îşo Damo ye, piştî koça dawî kir malbata wî çû Almanyayê.

Ev jî mala Îshaq Xelîl Berxo ye, niha li Berlîna Almanyayê ye û ev xanî jî xelkê wî li Sidneya Awistralyayê ne."

Xiristiyanên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê derbarê paşeroja xwe de ji desthilata nû ya Sûriyeyê ditirsin.

"Rêbazên DAIŞê tînin bîra me"

Birêvebirê Ofîsa Pêwendiyên Pasevanên Xabûrê yên Aşûriyan Îlyas Enter got:

"Dîmenên ku em dibînin, dîmenên xwediyên rêyan bi rastî rêbazên DAIŞê tînin bîra me.

Bi rastî ev dîmen ne cihê aramiyê ne, hemû civak û hemû pêkhateyan ditirsînin."

Li Dêra gundê Til Talê roja yekşemê hejmareke gelekî kêm ji nimêjkerên Xiristiyan tên dîtin, nimêjker duayên selametî û xêrê dikin.

Lê belê Serokê Usqufên Siryanên Ortodoks derbarê rewşa nû ya Sûriyeyê hişyariyê dide.

Serokê Usqufên Siryanên Ortedoks ên Hesîçeyê Morîs Emsîh got:

"Sune birayên me ne, niha ew piraniya Sûriyeyê ne lê em li dijî ferzkirina Şerîeta Îslamê ya li ser hemû pêkhateyan in.

Em tenê dixwazin miameleyeke mirovî li gel hemû xelkê welêt were kirin."

Rêjeya Xiristiyanan ji sedî 10an daket ji sedî 3yan

Berî şerê navxwe yê Sûriyeyê Xiristiyan (Siryan, Aşûrî, Kildan û Ermen) ji sedî 10ê niştecihên vî welatî bûn lê niha tenê ji sedî 3 mane.

Berî êrişa DAIŞê ya sala 2015an a li Rojavayê Kurdistanê, li her 34 gundên Aşûriyan 45 hezar kes hebûn lê niha tenê çend sed kes mane û piraniya wan jî çûne bajarên mezin û derveyî welêt.