Li Meletiyê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şîroyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,5 pileyan erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Şîroyê ya Meletiyê erdhej çêbû.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 06:43yan çêbûye û hêza wê 4,5 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 9,39 kîlometre bûye.
Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.