ENKS: Ereb ji malên Kurdan dernakevin, vegera 400 malbatan dereng ket
Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî ENKSyê yê li Efrînê ragihand ku tevî peymana Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê û biryara vegera koçberên Efrînê heta niha rê li ber vegera hemû welatiyan nehatiye vekirin.
Endamê Meclisa Xwecihî ya Efrînê ya ENKSyê Azad Osman li ser vegera koçberên Efrînê ji Rûdawê re axivî.
Azad Osmna got, "Nêzîkî 20 rojan berê hejmarek malbatên Efrînî ji Qamişlo û Hisîçayê vegeriyan cihên xwe û ew karwanê dawî bû.
Peyman di navbera HSD û Şamê de hatiye kirin û divabû hemû amadehî ji bo vegera Efrîniyan bihatana kirin lê ti amadehî nehatine kirin."
"Vegera bi komî rawestiyaye"
Osman amaje pê kir ku niha jî vegera Efrîniyan a bo cihên wan heye lê "vegera bi ferdî û kêm heye, vegera bi malbatî û karwanan rawestiyaye."
Azad Osman dibêje, "Divê xaniyên Kurdan ji bo vegera welatiyan bên amadekirin.
Divabû vê hefteyê 400 malbat vegeriyana Efrînê lê li gorî zanyariyên me venagerin ji ber ku cihê manê ji wan re nîne."
Peymana HSD û Şamê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê 29ê Kanûna Paşîn a 2026an li hev kiribû û di wê çarçoveyê de biryar hatibû dayîn ku koçber vegerin warê xwe.
Destpêka 2018an artêşa Tirkiyeyê û hejmarek komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê yên wê demê û nêzîkî Tirkiyeyê êrişî Efrînê kiribû.
Ji ber êrişan bi serdhezaran Kurd ji cih û warên xwe koçber bûn.